Bi Merasimeke Girseyî Karesata Helebceyê Hate Bîr Anîn
Di destpêka vê merasima han de ku, Serokwezîrê berê yê Kurdistanê Berhem Salih, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Kurdistanê, Serokê civata bilind ya îslamiya Îraqê û Nunerên tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanê û hijmareke zêde mêwanên Biyanî jî beşdar bûn, Beşdarwan çend deqîqeyek bêdeng rawestiyan û rêz ji Şehîdên Helebceyê girtin û pişt re jî di derbarê vê karesata han de çendîn peyv û gotarên curbicur hatin pêşkêşkirin.
