Îro li tevahiya Bajar û Bajarokên Kurdistanê de bi minasebeta bîranîna 24mîn salvegera Kîmyabaran kirina Bajarê Helebceyê welatiyên Kurd bi qasî 5 deqîqeyan bêdeng rawestiyan.
Kurdistanî di saet 10 û 55 deqîqeyan de li ser cadan, kolan, rê û di nava Bazarên Bajar û Bajarokên Kurdistanê de bo rêz girtin ji Şehîdên Helebceyê rawestiyan.