• Friday, 06 February 2026
logo

Barzanî: Dewleta niha ya Êraqê bi xwîna Kurdan dirust bûye

Gulan Media March 15, 2012 Nûçe
Barzanî: Dewleta niha ya Êraqê bi xwîna Kurdan dirust bûye
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro di nava gotara xwe ya li konferansa lawên Kurdistanê li Hewlêrê pêşkêş kir de, êrişên tund bire ser Bexdadê û bi faşil wesif kir û weha bilêv kir: “Ew bi xwe faşilin û dixwazin Herêma Kurdistanê wek wan lê bê.”

Barzanî got: “Ew dewleta niha li Êraqê dirust bûye , para herî bitir bi xwîna Kurdan dirust bûye, li ser milê Kurda dirust bûye. Em beşa herî serekîne di Êraqê de. Lê mixabin, têgihîştina şaş û niyetên nepaqij yê hindek aliyan, weha diyar dike ku weku caran hikûmeteke bihêz ya navendî heye û Kurd jî li çiyaye û hin caran bo me dibêjin şoreşger û hincaran ji bo me dibêjin rêgir, ew bi kêfa xwe ne. lê belê ew zemane çû.”

Serokê Herêmê tekez kir ku Kurd hevpare li Bexdadê û paytexta hemû Êraqê ye û taybet bi kesekî ve nîne û got: “ Ev hikûmeta û ev rewşe bi hîmet û têkoşîna Kurd dirust bûye, bila kes mîneta xwe li Kurd neke. Bila nebêje ez vê bo te dikim û vê bo te nakim.”

Di dewamiya gotara xwe de Barzanî bal kişand ku Kurd pabende bi desturê û divê hemû kêşe li gor desturê bên çareser kirin ku 53 rojan siyasetmedar mijûlî amadekirina wê bûn û %85`ê gelê Êraqê jî deng li ser da.

Barzanî got: “ Em qebûl nakin kesek li Bexdadê rabe û minetekê li ser me bike ku mafê me bide me. Eger mafê me li Bexdadê li gel kesekî be, em wê mafî naxwazin, lê eger bixwazin mafê me dagîr bike wê demê emê bervaniyê lê bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser rewşa aram û pêşketinên li Herêma Kurdistanê û aşkira kir ku hin kes hene çavê wan bar nabê û bi xwe faşilin ji ber nekarîn vê li cihên din yê Êraqê bikin. Îca dixwazin em jî weku wan bin.

Xendan
Top