Li Qamişloyê berpirsê zîndana Qamişloyê ligel kurê wî kuştin
Di encam de berpirs û kurê xwe mirin. Jêderekî taybet û pêbawer ji Avestakurd re ragihand, piştî kuştina van her du kesan hêzên rêjîma Sûriyê hawîrdor gulebaran kirin û di encam de xortekî Kurd hate kuştin.
Lê jêder da diyarkirin ku berpirsê zîndanê û kurê xwe bi destê hêzên rêjîma Esed hatin kuştin û tê gotin ku hêzên rêjîma Esed dixwazin zemînekê ji komkujiyeke mezin weku ya Hema û Himûsê li Qamişloyê amade bikin.
hemû rêyên sereke ku diçin bajarê Qamişloyê ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatine girtin û hijmareke gelek zêde leşkerên rêjîmê li Qamişloyê kombûne.
Avestakurd
