• Friday, 06 February 2026
logo

Duhî, li Sûriyê 85 kuştî hebûn

Gulan Media March 15, 2012 Nûçe
Duhî, li Sûriyê 85 kuştî hebûn
Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê ragihand ku duhî 85 kes bi bombebaranê û bi guleyên hêzên ewlekariya Sûriyê hatine kuştin.

Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê belav kir ku duhî, 85 kesên din li çend navçeyên Sûriyeyê hatine kuştin, piraniya wan li bajarê Îdlibê ne.

Tora Sûrî ya mafê Mirovan amaje pê kir ku 16 term ta niha li nexweşxaneyê li bajarê Îdlibê ne û jimareyeke mezin ji kuştiyan heye ji ber hebûna nîşandaran ta niha nehatine berhevkirin.

Her dîsan pêr, Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyê aşkera kiribû ku li bajarokê Îdlibê nêzîkî mizgefta Bîlal 40 kes ji aliyê hêzên rejîma el-Esed û Şebîhe (alîgirên el-Esed yên çekdar) ve hatin gulebarankirin. 15 kesên din jî ji ber roket û gulebaranê hatine kuştin

Çalak diyar dikin ku li taxên Şama paytext şer û pevçûnên tund hene, bi ytaybet li taxên Cober û Dûma û hinek taxên din.

Salek derbaz bû li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 8 hezar û 500 kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

AKnews
Top