• Friday, 06 February 2026
logo

Li Hewlêrê, konferansa ciwanên Kurdistanê dest pê kir

Gulan Media March 15, 2012 Nûçe
Li Hewlêrê, konferansa ciwanên Kurdistanê dest pê kir
Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê, 2yemîn Konferansa Neteweyî ya Lawên Kurdistanê dest pê kir.

Di konferansê de ku li hola Pêşewa li bajarê Hewlêrê birêve diçe û 3 rojan didome, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û nûnerê Serokomarê Iraqê Celal Talebanî û hejmarek berpirsên hikûmî û hizbî amade ne û ciwanên ji her çar parçeyên Kurdistanê tê de beşdar in.

Endamê komîteya amadekar a konferansê Omêd Xoşnaw ji AKnewsê re ragihand, “Konferans bersivdana pirs û daxwazên neteweyî ye û guvaşeke ser navendên partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê daku kongira neteweyî li dar bixin, komek raspardeyên neteweyî yên girîng dê ji konferansê derkevin.”

Xoşnaw got jî, “Em dixwazin federasiyoneke neteweyî ya lawan li her çar parçeyên Kurdistanê ava bikin, piştî bidawîhatina konferansê, em ê daxwaz û pirsgirêkên xortên Herêma Kurdistanê bixine ber destê kabîneya nû ya hikûmeta herêmê.”

Di sala borî de, ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê li Amedê civiyan û yekemîn Konferansa Lawên Kurdistanê saz kirin û biryar dan konferans her sal bête lidarxistin.

Di konferansa 2yemîn de, 200 endam beşdar in.

AKnews
Top