Di Roja Ji Dayik Bûna Mistefa Barzaniyê Nemir De 1 Miliyon Dar Hatin Çandin
Di vê derbarê de Wezîrê Şaredarî yê Hikûmeta Kurdistanê diyar kir ku, bi minasebeta baştir kirin û parastina jîngeha Kurdistanê îsal biryar hate dayîn daku, di roja 14ê Adarê roja ji dayik bûna Mele Mistefa Barzaniyê Nemir de zêdetirî jî 1 miliyon dar li seraserê Kurdistanê de werin çandin.
Îro ev kempîna han bi minasebeta bîranîna 109 saliya ji dayik bûna sembolê netewiya Gelê Kurd Mele Mistefa Barzaniyê Nemir li Parka Şehîd Samî Ebdulreham li Hewlêrê destpê kir û Şîniyên Bajarê çendîn hezar dar çandin.
Ji aliyeke din ve li Bajarên Soran, Silimanî, Zaxo, Dihuk, Helebce û çendîn Bajar û Bajarokên Kurdistanê de ev kempîna han destpê kir û welatiyên Kurd zêdetirî ji 1 miliyon dar çandin.
