• Friday, 06 February 2026
logo

Hikumeta Belcîka bifermî bilindkirina Ala Kurdistanê li Brukselê erê kir

Gulan Media March 15, 2012 Nûçe
Hikumeta Belcîka bifermî bilindkirina Ala Kurdistanê li Brukselê erê kir
Hikûmeta Belcîkayê bi fermî hildana Alaya Kurdistanê li ser avahiya nûneriya Hikûmeta Herêmas Kurdistanê li paytext Brukselê erê kir.

Ev biryar di civîna kuSelîm Giravî nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Belcîka digel birêvebirê giştî yê protokolan Beyar Labofrî û serpereştyara karên protokolan li wezareta derve ya Belcîkayê Şinayder hate girtin.

Her weha di civînê peywendiyên Hikûmeta Belcîkayê û Herêma Kurdistanê hat gotûbêj kirin. Di vê barê de birêvebirê giştiyê protokolan li wezareta derve Beyar Labofrî bi fermî razîbûna hikûmeta Becîkayê ji bo bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiya nûneriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li paytext Brukselê ragihand.

Ji aliyê xwe ve nûnerê Hikûmeta Herêmê li Belcîkayê Selîm Giravî bi kêfxweşî pêşwaziya biryara Hikûmeta Belcîkayê kir û spasiya bi navê gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser destpêşxweriya Hikûmeta Belcîkayê pêşkêş kir.

Di beşekî din yê hevdîtinê de, her du aliyan li ser babeta vekirina konsilxaneya giştî yê Belcîka li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Top