• Sunday, 08 February 2026
logo

Gorran beşdariya hikûmeta nû nake

Gulan Media March 14, 2012 Nûçe
Gorran beşdariya hikûmeta nû nake
Îro 14-3 Nêçîrvan Barzanî ku ji bo serokayetiya hikûmeta nû hatiye raspartin û Îmad Ehmed serdana navenda serekî ya Tevgera Gorranê li Silêmaniyê kirin û di kongireya rojnamevaniyê ya hevbeş de, Gorran ragehand ku ew beşdarî hikûmeta nû nakin.

Di nava kongireya rojnamevaniyê de ku Nêçîrvan Barzanî û gotebêjê Gorranê Şaho Seîd tê de beşdar bûn, Seîd got: “Gorran beşdariyê di hikûmeta nû de nake.”

Di beşeke din ya kongireyê de ku nûçegihanê Xendanê jî amade bû, Nêçîrvan Barzanî jî ragehand ku: “Tevgera Gorranê xwediya pêgeheke cemawerî ye û eger di hikûmetê de jî beşdar nebe, divê em pê bişêwirin.”

Barzanî di dirêjahiya gotina xwe de aşkire kir ku ew ê serdana aliyên siyasî yên din jî bikin da ku ji bo hikûmeta nû bi wan bişêwirin.

Hêjayî gotinê ye ku Nêçîrvan Barzanî û Îmad Ehmed li Silêmaniyê ne da ku gotûbêjan li ser şêweyê avakirina hikûmetê digel aliyên siyasî de bikin.
Top