Gorran beşdariya hikûmeta nû nake
Di nava kongireya rojnamevaniyê de ku Nêçîrvan Barzanî û gotebêjê Gorranê Şaho Seîd tê de beşdar bûn, Seîd got: “Gorran beşdariyê di hikûmeta nû de nake.”
Di beşeke din ya kongireyê de ku nûçegihanê Xendanê jî amade bû, Nêçîrvan Barzanî jî ragehand ku: “Tevgera Gorranê xwediya pêgeheke cemawerî ye û eger di hikûmetê de jî beşdar nebe, divê em pê bişêwirin.”
Barzanî di dirêjahiya gotina xwe de aşkire kir ku ew ê serdana aliyên siyasî yên din jî bikin da ku ji bo hikûmeta nû bi wan bişêwirin.
Hêjayî gotinê ye ku Nêçîrvan Barzanî û Îmad Ehmed li Silêmaniyê ne da ku gotûbêjan li ser şêweyê avakirina hikûmetê digel aliyên siyasî de bikin.
