Serokwezîr û Cîgirê wî Bi Berpirsê Tevgera Goranê Re Civiyan
Piştî merasima pêşwaziyê di navbera her dû aliyan de civînek hate lidarxistin û tê de çendîn babet û mêjarên girîng hatin nîqaşkirin û piştî bi dawî hatina civîna han jî Serokwezîrê Hikûmeta nû ya Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî di presskonferansekî de naveroka civîna han ji raya giştî re eşkere kir û ragihand ku, me bi awayeke fermî daxwaz ji tevgera Goranê kir daku, beşdariya kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê bike lê tevgera han biryar daye ku, beşdariya kabîneyê nebe û weke opozisyon karê xwe bidomîne.
Nêçîrvan Barzanî di dawiya axaftinên xwe de ev yek jî diyar kir ku, em rêz ji biryara tevgera han digirin.
