Mam Celal Serokayetiya lutkeya Erebî dike
Wî berpirsî xuya kir ku, ev pirse li gel serokayetiya wezîran hatiye bê alîkirin ku her dibê Mam Celal serokayetiya kongireya lutkeya welatên Erebî bike.
Berpirsê nêzîkî Serokkomarê Êraqê Mam Celal ji Şerq Ewset re ragehandiye ku hindek aliyên şofînî yên Ereb dibêjin, ku dibê kesekî Ereb serokayetiya lutkeya Erebî bike, ne ku siyasetmedarekî Kurd be.
Wî berpirsyarî ev jî aşkira kir ku Mam Celal ji bilî ku kesayetiyekî siyasî Kurde lê belê di ziman û wêjeya Erebî de ji gelek serkirdeyên siyasî yên Erebên Êraqê şarezatire û ji hemûyan zêdetir xizmeta dosyeyên gel û welatê xwe kiriye û niha jî berdewame.
Biryare roja 29`ê vê mihê kongireya Komkara Ereb bi beşdariya welatên Ereb li bajarê Bexdadê dest pê bike.
