• Friday, 06 February 2026
logo

Li Kurdistanê Bi Merasimên Curbicur 109 Saliya Ji Dayik Bûna Rêberê Gelê Kurd Tê Pîroz Kirin

Gulan Media March 13, 2012 Nûçe
Li Kurdistanê Bi Merasimên Curbicur 109 Saliya Ji Dayik Bûna Rêberê Gelê Kurd Tê Pîroz Kirin
Bi minasebeta 109 saliya ji dayik bûna Rêberê Gelê Kurd û Jeneralê Komara Kurdistanê Nemir Mele Mistefa Barzanî li tevahiya Bajar û Bajarokên Kurdistanê merasimên pîrozbayî tên lidarxistin.

Kurdistanî her sal di 14ê Adarê de hevdem ligel pîroz kirina salvegera jidayik bûna Rêberê xwe, pilbipil serdana mezara Nemiran ya li Devera Barzanê jî dikin û soz û wefadariya xwe bo Rêberê xwe dûbare dikin.

Îro jî li piraniya Bajar û Bajarokên Kurdistanê bi hildana alaya pîroz ya Kurdistanê û lidar xistina merasêm û çalakiyên curbicur ji dayik bûna Reberê Gelê Kurd Mele Mistefa Barzaniyê Nemir hate pîrozkirin.

Tê zanîn ku, Nemir Mele Mistefa Barzaniyê Nemir di 14ê Adara 1903an de ji dayik bûye û di 1ê Adara 1979da koçbar bûye.
Top