• Friday, 06 February 2026
logo

Balafirên Tirkiyê çiyayê Metîn topbaran kirin

Gulan Media March 14, 2012 Nûçe
Balafirên Tirkiyê çiyayê Metîn topbaran kirin
Şeva borî, balafirên Tirkiyê çend navçeyên li çiyayê Metîn li navçeya Kanîmasê ya bi ser parêzgeha Duhokê ve topbaran kirin.

Rojnamevanê ji gundê Girka li Kanîmasê Zinar Tovî ji AKnewsê re ragihand ku şeva borî, balafirên Tirkiyê navçeyên Guwîlka, Kanî Reşê û Serê Navîla topbaran kirin.

Tovî xuya kir ku dengê topan xweş digiha gundê Girka, lê ti zanyarî derbarê ziyanên wê topbaranê nînin.

Balafirên Tirkiyê bi bihaneya hebûna çekarên PKKê li navçeyên sinorî yên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê, wan navçeyan topbaran dike.

AKnews
Top