Nêçîrvan Barzanî û Îmad Ehmed digel Newşîrvan Mistefa wê bicivin
Jêderekî haydar ji partiya demokrat a Kurdistanê (Partî), got, Nêçîrvan Barzanî û Îmad Ehmed sibê serdana bajarê Silêmaniyê dikin û dê digel rayedarên tevgera Goran bicivin.
Jêderê han da zanîn, Barzanî û Ehmd dê digel serokê Goranê, Newşîrvan Mistefa hevdîtin bikin û li bara pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêmê gotûbêj bikin.
Ji aliyekî din, gotyarê Goranê, Şaho Seîd, nûçeyan han ji AKnewsê re piştrast kir.
AKnews
