110 kes li Sûriya hatine kuştin
Li gorî nûçeya malpera al-Jazeera, Desteya Giştî di daxuyaniyekê de aşkere kir ku duhî 110 kes hatine kuştin û piraniya wan li parêzgeha Idlib, Hims û Hemayê bûn.
Çalakvanên Sûriya amaje kirin ku di nav kuştiyên duhî de, 40 kes bi hev re li nêzîk mizgefta Bîlal li bajarê Idlibê hatine kuştin.
Desteyê xuya kir ku hêzên ewlekariyê û çekdarên alîgirên rejîmê bêtirî 14 kesan li taxê Kerm Zeytûn li bajarê Himsê kuştin di nav de hin kes hatine şewitandin.
Duhî jî, topbarana tax û navçeyên li parêzgehên Idlib, Hims û Hemayê berdewam bû, hevdem bi dehan malbat ji wan navçeyan reviyane navçeyên aramtir.
Çalakvanan ronî kirin ku her wiha topbarana navçeyên Maeret Numan, Xan Şêxûn, Cebel Zawiye li Idlibê û hin navçeyên Himsê jî berdewame.
AKnews
