Daxuyaniya Lîjneya Duvdaçûna Projeya Çaksaziya Serokê Herêma Kurdistanê
Piştî nêzîkî 11 heyvên li karkirina bêrawestan, Lîjneya Duvdaçûna Projeya Çaksaziya Serokê Herêma Kurdistanê bi pêwîstî dizane ku beşek ji encam û bandorên vê pêvajoyê li ser rewşa kargêrî û aboriya Herêmê pêşkêşî welatiyên ezîzê Herêma Kurdistanê bike.
Naveroka Daxuyaniya Lîjneya Duvdaçûna Projeya Çaksaziya Serokê Herêma Kurdistanê
Bi navê xwedayê bexşînde û dilovan
Daxuyaniya Lîjneya Duvdaçûna Projeya Çaksaziya Serokê Herêma Kurdistanê
Welatiyên xweşdiviyên Herêma Kurdistanê...
Piştî nêzîkî 11 heyvan li karkirina bêrawestan, lîjneya me, Lîjneya Duvdaçûna Projeya Çaksaziya Serokê Herêma Kurdistanê, bi pêwîstî dizane ku beşek ji encam û bandorên vê pêvajoyê ya li ser rewşa kargêrî û aboriya Herêmê pêşkêşî welatiyên ezîzê Herêma Kurdistanê bike.
Diyardeya gendeliyê li gelek warên kargêrî û aboriya Herêmê da gihîştibû astekî ku, cihê nîgeraniya hemû aliyek bû û bi eşkere hatibû pejirandin, lê belê hengava kirdariya ji bo rûbirûbûna wê li asta pêwîst da nebû. Ji bo wê yekê Serokê Herêmê wekî bilindtirîn desthilata cîh bi cîh kar û li çarçêweya desthilata yasayiyan, ji bo rûbirûbûnê, li ser vê diyardeya tirsnak rawestiya, mekanîzmekî kirdarî xisterû û li vê çarçêweyê jî lîjneya me wekî lîjneya duvdaçûna projeyê bi fermana Serokê Herêmê li rêkefta 19.04.2011 hate damezrandin û paşê jî her bi du fermanên cûda lîjneya me hate befirehtir kirin û du lîjneyên cîhgîr li her du Parêzgehên (Silêmanî û Îdareya Germiyan) û Dihokê hatin damezrandin. Bi giştî 18 endamên lîjneyê hene û ji pîsporiyên cûda cûda yên karkirina van waran de pêkhatine. Ji bo ronahîkirina zêdetirê welatiyên delal, pêwîste bê gotin ku lîjneya me, lîjneyekî duvdaçûn û şêwirmendiyê bûye, neku cîh bi cîh kar. Ev lîjne bi sedema wan valahiyan hate damezrandin ku ji encama çalak nebûna dam û dezgehên çavdêrî hatiye holê. Ji bo wê yekê her çi zûtire divê dam û dezgehên çavdêriyên Herêma Kurdistanê ku li nav vê raporê jî da bi cûda cûda hatiye balkişandin, bêne çalak kirin heta ku pêvajoya çaksazî bikevê stûyê van dam û dezgehan wekî (Dîwana Çavdêrî Darayî û Dezgeha Nezahe û Daxwazkarê Giştî) heta ku pêvajo berfirehtir bibe û berdewamiya xwe hebe.
Lîjneya me ji bo vê qonaxê li ser fermana Serokê Herêmê sê taybetmendiyên xwe (Îxtîsasat) ve hatiye diyar kirin, ku ji van xalên li jêr pêkhatiye:
Yekem: Wekî tîmekî şêwirmendî li warê çaksaziyê li gel Serokê Herêmê kar kiriye û li vî derbarî de lîjneya me li amadekirina zêdetirê wan fermanên Herêmiyên li warên çaksaziyê ve derketiye, yarmetîderê Serokê Herêmê bûye.
Duyem: Wekî tîmekî duvdaçûn, bi duvdaçûna rewşa pêvajoya çaksazî li warên cûda cûda de kiriye.
Sêyem: Wekî tîmekî lêkolînê, li wan lêpirsînan lêkoliye ku gumana gendeliyê li ser hebûye û pêşkêşî Serokê Herêmê kiriye.
Karê lîjneya me bi çavdêrî û palpiştiyeke nêzîkî Serokê Herêmê birêveçûye û erkekî hestiyar û qurs bûye û me hewl daye ku di dema pêvajoyê de ziyanê nede rewşa bazar û guzeraniya welatiyan û astengî ji bo karê rojaneya wan dam û dezgehan neyê dirust kirin ku karê lêkolînê li hinek lêpirsînan pêwendî bi wan ve hebûye. Ev jî bi neçarî dibûya sedema ji destdana dem û paşketina hinek encaman. Lê belê ji bilî wê jî bi dilniyayiyê ve dibêjîn li vê pêşbirkêkirina li gel demê da, heta astekî baş me karî berbest ji bo teşenekirina zêdetirê gendeliyê li gelek waran da bê danîn û bi tenê berev berevajî ve bêkirin. Li hinek waran jî de ku pêwendî bi jiyana rojaneya xelkê ve heye hengavên tund ji holê hatine rakirin û bi giştî yekemcare li Herêmê bi kiryareke bingehîn û xurt ji bo rûbirûbûna gendeliyê hate pêkanîn. Ev pêvajo qonaxeke baş derbaskiriye û bi pêwîstî hate zanîn ku li vê demê de ev daxuyaniya beşek ji encamên pêvajoya çaksaziya li Herêma Kurdistanê ji bo welatiyên ezîz bê pêşkêş kirin û pêvajo jî berdewame û bêguman encam û destkeftên zêdetir jî bi palpiştiya welatiyan desteber dibin. Ev pêvajo pêvajoyeke nîştimaniye û hevkariya hemû aliyek pêwîste heta ku bingehên dewleta rêkxistî û gendeliyê zêdetir ji holê rake.
Ev xişte û cedwela li xwarê ji hejmarek wan keys û fermanên Herêmiyan li xwe girtiye ku li çarçêweya pêvajoyê de kar ji bo wan hatine kirin:
Lîjneya me ji 174 keysên bi gumana hebûna gendeliyê li ser asta her sê Parêzgehan, ji aliyê Serokê Herêmê ve bi dest gihiştine.
110 keys gihiştine encam û ewên din jî kar li ser wan berdewame.
Li encama lêkolînan de li dijî 53 kesan daxwaz hatiye kirin ku bidin Dawakarê Giştî û hejmarek ji wan rûbiruyê Dadgehan bûne.
Li encama lêkolînan 95 berpirsên îdarî bi kemterxem hatine destnîşankirin û pêşniyar hatiye kirin rêkarên kargêrî li hember wan bê kirin û gelek ji wan heta niha rêkar li ser wan hatiye bi cîhkirin û rûbirûyê sizayên cûr bi cûr bûne û hinek ji wan jî hatine rakirin.
Hejmara fermana Herêmiyên sebaret bi pêvajoya çaksaziyê 18 fermanên Serokayetiyê bûye, ku ev ferman bingeheke xurtin ji bo berdewamiya pêvajoyê.
Lêkolîn li pirsa gendeliyê de berdewame û ji bilî li wan keysên ku berdeste ji aliyê Serokê Herêmê ve têbînî li ser keysên din jî heye, ku bi berçavgirtina radeya girîngê babetên wan ji bo lêkolîna naveroka wan pêşkêşî lîjneya me dihêne kirin.
Karê lîjneya me li çarçêweya bernameya Serokê Herêmê ji bo çaksaziyê li gelek warên cûda cûda de bûye, ku li vir da bi kurtî û beşkirî kar hatine encamdan û li her warek da dixîne rû:
Warê derman û tendirustiyê:
Ev war hestiyartirînê waran bûye û Serokê Herêmê bi berdewam tekez li ser ji holê rakirina her gendeliyeke vî warî kiriye û lîjneya me jî gelek bi hurî li bingehên vî warî û gendeliyên wê koliye û li encamê da bi dehan belge destkeftin ku li vî warî de kêmasî gelek heye ku ew jî ev xalên li xwarê ne:
Kêmasî:
- Rêjeyekî zêde dermanên sexte anîne nav Herêmê.
- Hebûna dermanên dema wan li serçûyî diyardeyekî ber bi çav bûye.
- Dermanên kêm kalîte bi rêjeyekî zêde anîne nav Kurdistanê.
- Her wiha derket holê ku bi navê berjewendiya hinek bazirganan bi nirxên gelek bilind, derman û amêr û pêdiviyên pizîşkî ji bo dam û dezgehên tendirustiyên Herêmê hatiye dabîn kirin û bi vê sedemê jî samana giştî ziyaneke mezin dîtiye.
- Ji bilî vê jî ku hest tê kirin ji serî ve sîstema tendirustiya Herêmê pêwîstî bi xwendin û dariştineke nû ve heye bi awayek ku nêzîkî li standardên cîhanî bibê.
- Wezareta Tendirustî û fermangehên ser bi vê Wezaretê li serhildan û berdewamiya van diyardeyan de kêmasiyên serekî bûne.
Rêkar:
Li vî warî de dikarîn bi hurî balê bikşînin li ser van rêkaran ku dikevin ber:
Pêdaçûna di warê kalîte kontrola dermanan de hatiye kirin û kêmasî hatine destnîşan kirin û rêkarên kargêrî li hember hatine girtin û gelek kes li vî warî de hatine dûr xistin.
Ewên ku bi belge li anîna dermanên sexte de hatine destnîşankirin rêkarên yasayî li hember wan hatiye kirin û li gor tawana wan yasa çarenûsa wan diyar dike.
Pêdaçûn bi rewşa hemû kompanyayên anîna derman hatiye kirin û hejmarek ji wan ketine nav lîsta reş û rêkarên yasayî li hember wan kesan hatine kirin.
Hengavên kiryarî ji bo damezrandina (Desteya Herêmê ya Xorek û Derman - KFDA) hatine avêtin ku dezgehekî nîştimanî ya xweparêziye li paşarojê de ji bo rêgirtina li hatina derman û xorekên xerap li nav Herêmê de, ji bo nirxandin û paşê şandina Parlemenê, niha projeya sîstema vê desteyê li beşa yasayiya Encûmena Wezîrane.
Guhertinên kargêrî li gelek birêvebiriyên giştî û nexweşxaneyan hatiye kirin ku bi awayekî berçav girtina raya xelkên pîspor xelkê hêja û li cihên hêja bê dayîn û xelkên kêmterxem jî bêne avêtin.
Bi hevkariya sendîkayan û aliyê pêwendîdaran, bernameya nehiştina norînge (Iyade) yên li kolanan û cihên neyasayiyên firoştina derman destpêkiriye û heta niha bi sedan cîh hatine rakirin û pêvajo jî berdewame, pêwîste welatiyên xweşdivî li wê yekê agahdar bin ku zêdetirê herî zêdeyê dermanê sexte li van cîhan ve dikeve destê welatiyan û kirîna derman li van cîhan metirsîdare.
Piştî pêdaçûnê pêvajoya kirîna derman û pêdiviyên pizîşkiyan, heta niha nirxê rastîna gelek kelupel li muamelekirinê da hatiye peyrew kirin û bi vî awayî jî li van çend heyvên derbasbûyî de li gor pusûleyên fermî karîne bi milyonan dolaran samanê giştî ji ziyanê biparêzin.
Rêjeyekî ber bi çav pere ji bo kirîna derman û pêdiviyên pizîşkiyan ji aliyê Hikûmeta navendî ve hatiye terxan kirin ku beşekî ber bi çav ji bo Herêma Kurdistanêye, lê belê heta niha weku pêwîst sûd li vê beşê nehatiye wergirtin û Hikûmeta Herêmê li vî warî de kêmterxem bûye. Îsal karîn yekemcar hengavên kiryarî bavêjin ji bo vegerandina vê beşê ku bi giştî ji bo sala 2012 dike 276 milyar dînar, ku pêdiviyên tendirustiyên Herêmê bi rêjeyekî zêde dabîn dike û zext li ser budçeya Herêmê dirust nake.
Ew hengavên ku niha li vî warî de kar li ser dihête kirin:
- Hikûmeta Herêmê hejmarekî zêde amêr ji bo kalîte kontrola dermanan dabîn kiriye, lê belê hê j şiyana pîspor û amêran ne li wê astê da ne ku pişkinînê ji bo hemû cûreyên dermanan bê kirin. Ji bo çalak kirina vî warî Hikûmet nirxandina çawayiya encamdana kontraktên pêwîst li gel kompanyayên bi nav û dengên Ewrupî yên pîspor li vî warî de dike û heta rahatina şiyanên navxweyî, ev war bi van kompanyayan dihête spartin û li gor standardên giştî têkilî li gel cûreya derman dihête kirin, divê vê yekê jî bibêjîn ku heta niha şiyana nav xweyiyan ne li asta birêvebirina vî warî ne.
- Hejmarekî yekcar zêdeyê kompanya, karê hawîrdekirina dermanê dikin ku, li rastiyê de zêdetir karê wan delalî û wasîteye, ji bilî wê yekê ku zêdetirê wan mercên koge(Depo) kirina dermanê tûne, kar dihête kirin warê derman û vî bazirganiyî ji delaliyê bête dûrxistin û dermanên pêwîst raste rast ji kompanyayên naskirî û xwedî bawer bê kirin û êdî rê nedin bi sedema delalên derman û bilindkirina nirxan ziyanê bi budçeya tendirustiya Herêmê bide.
- Hejmarekî nexweşxaneyên warê kertê taybet li zêdebûnê daye û tê hest kirin pizîşk zêdetir girîngiyê bi wan nexweşxaneyan didin û nexweşxaneyên kertê giştî jî piştguh dixin. Her wiha babeta nirxan li van nexweşxaneyan cihê helwesteye, ji bo wê yekê kar têkirin ji bo danîna mekanîzma çavdêrî û pêdaçûna bi rewşa van nexweşxaneyan. Bi cureyek ku, bi tevahî kertê giştî û kertê taybetî li warê tendirustî de ji hev bête cûda kirin û Hikûmet zêdetirîn xizmetguzariyên tendirustiyê pêşkêşî welatiyan bike û hengav bavêje ji bo damezrandina sîstemekî pêşketiya tendirustiya li Herêmê.
Warê Musatehe:
Yek ji wan warên ku gelek cihê têbîniya welatiyan bûye, gendeliyên warê musatehe(kirêdana mulkên mîrî) bûye. Musatehe ku bi kirêdana zevî ji bo projeyên pêwîst bûye, ji wateya xwe hatibû derxistin û curehan muamele bi wan zeviyan dihate kirin. Piştî li ser rawestana lîjneya me gelek ji girêbestên musatehe li her sê Parêzgehên Herêmê, derket ku ew kêmasiyên li van waran de hebûne:
Kêmasî:
Zêdetirê musateheyan bi awayeke raste rast û bêyî zêdekirina eşkere hatine dayîn.
Hinek ji wan hatine temlîk kirin.
Gelek ji wan wekî zeviyên betal bi bêyî cîh bi cîhkirina projeyên kirîn û firoştinê hatine dayîn.
Hinek ji wan li cûre û naveroka projeyan li ser rênimayiyên xwe hatine guhertin.
Ewên li serê jî hemû berevajiya yasa û rênimayiyane, ji bo wê yekê ev rêkarên xwarê hatine girtin.
Rêkar:
1- Serokê Herêmê ji bo lêpirsîna li vî warî de fermana hejmar 7 ê sala 2011 pêşkêşî aliyê pêwendîdaran kir, li dema cîh bi cîhkirina naveroka vê biryarê heta niha (397) musatehe hatine hilweşandin. Her wiha(201) musateheyên din jî li ser bendê hilweşandinê dane. Zeviyên wan musateheyên li seranserê Herêmî hatine hilweşandin ku zêdetir ji wan cihan pir bihayên nav bajaran bûye, bi rûberê hezarehan donim û bi nirxê sedan milyon dolar dihên xemilandin.
Berdewama wê heye....
