• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda lîsta El Iraqiye kir

Gulan Media March 13, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda lîsta El Iraqiye kir
Duh sêşem 13/03/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selaheddîn pêşwaziya şandekî bilinda Lîsta El Iraqiye bi Serokayetiya Dr. Eyad Ellawî kir.

Di civînê de guftûgo di derbarê çawayî û girîngiya hewldanên bi navê dawî anîna qeyrana niha ya Iraqê û rexsandina rewşeke baş ji bo guftûgo û karê hevbeş ku bibê sedemek ji bo hêwirkirina rewşa siyasî kirin û tîşk xistin li ser naveroka wê kongreya nîştimaniya ku ji bo vê mebestê dihête bestin bi taybetî li ruyê astengiyan û ew bingehên pêwîste pişta xwe pê bibestin û çawayiya tevgerandina li gel pêşhatan û her du alî jî li ser pêwîstiya bestina kongreyê berî bestina kongreya lutkeya Erebî hevkok bûn û hêviya serkeftinê jî ji bo kongreya nîştimanî û lutkeya Erebî xwestin û bi derfetekî girîng dan zanîn.

Her li civînê de bîr û ramanan di derbarê komek yasa danustandin kirin û bi pêwîst zanîn bi zûtirîn dem Parlemen gengeşe bike û deng ji bo wê bide.
Top