Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda lîsta El Iraqiye kir
Di civînê de guftûgo di derbarê çawayî û girîngiya hewldanên bi navê dawî anîna qeyrana niha ya Iraqê û rexsandina rewşeke baş ji bo guftûgo û karê hevbeş ku bibê sedemek ji bo hêwirkirina rewşa siyasî kirin û tîşk xistin li ser naveroka wê kongreya nîştimaniya ku ji bo vê mebestê dihête bestin bi taybetî li ruyê astengiyan û ew bingehên pêwîste pişta xwe pê bibestin û çawayiya tevgerandina li gel pêşhatan û her du alî jî li ser pêwîstiya bestina kongreyê berî bestina kongreya lutkeya Erebî hevkok bûn û hêviya serkeftinê jî ji bo kongreya nîştimanî û lutkeya Erebî xwestin û bi derfetekî girîng dan zanîn.
Her li civînê de bîr û ramanan di derbarê komek yasa danustandin kirin û bi pêwîst zanîn bi zûtirîn dem Parlemen gengeşe bike û deng ji bo wê bide.
