Felah Mistefa digel berpirsê dosye ya Iraqê di wezareta derveya Berîtanya de civîya
Di dîdarekê de, basê xûrtkirina peywendî yên nêvbera herdu laî de û rewşa herêmê û Iraqê û dawî gûhertinên deverê kir û ron xiste ser qeyrana sîyasî li Iraqê û buyerên li navçeyê bi giştî û li Suryê û bandora wan li ser navçeyê.
Berpirsê peywendî yên derve, sîyaset û nerînên hikumeta herêma kurdistanê li hember pêvajoya sîyasî li Iraqê û deverê ron kir û tekez li ser giringî ya xûrtkirina peywendîya digel welatê Berîtanya jî kir.
Ji alî yê xwe ve şanda Berîtanî xûyakir ku di dema derbasbuy de bêtirî (100) kompanî yên Berîtanî serdana herêma kurdistanê kir ye,herweha rola tîma zanistî ya Berîtanî jibo herêmê û (info) ku bi navê girûpa Devîd Wîlêts wezîrê dewletê jibo karûbarên zanîngeha û zanistê ku di demeke nêz de serdan kurdistanê bike , bilind nirxand.
Felah Mistefa amaje bi rola kunsilgerya giştîya Berîtanya kir di warê encamdana çalakî yên bazirganî û çand û warên din de û ew derfetên ku hikumeta herêmê jibo kompanî yên bîyanî jî dirstkirîn berçav kirin û hîvî kirin şanda Berîtanî , kompanî yên welatê xwe bêtir hanbide jiboy beşdarîkirinê di pirosa avedankirina herêma kurdistanê û Iraqê de.
