• Friday, 06 February 2026
logo

Li rojava dîsa Ereban êrişî Kurdan kir

Gulan Media March 13, 2012 Nûçe
Li rojava dîsa Ereban êrişî Kurdan kir
Piştî ku roja şemiyê 10/3`an, li taxeke bajarê Helebê Ereban êrişî Kurdan kir û di encamê de Kurdan qurbanî da, îro jî li Hesekê Erebên eşîra Şerabîn li gundê Şircê êrişî Kurdekî kirin û di encamê de kesê bi navê Ebdilqadir Fatimî bi giranî birîndar bû û di rewşa bhişiyê/komayê de ye.

Li gor zanyariyên ku bi dest ketine, Ebdilqadir nehîştiyê Erebên gundê Xirbit Xezalê pezê xwe ldi nava erdê wî de biçêrînin, lê Ereban bi zorê pezê xwe birine nava zeviyê û bi kêr û hesinan êrişî wî kirine.

Hêjayî gotinê ye ku li taxa Şêx Meqsud ya Helebê jî ku piraniya daniştiyên wê Kurd in peyayên rejîma Esed ji Eşîra Begaran gule li Kurdan barandin û di encamê de jineke Kurd bi giranî birîndar bû.

Xendan
Top