Li Qamişlo bihevçûn, 17 ciwanên Kurd birîndar bûn
Li gor zanyariyên gihîştine destê Xendanê duh li bajarê Qamişloyê li taxa Qidur Beg`ê, hêzên ewlekariya Sûriyê û Şebîheyan bi guleyan êrişî xwepêşandana kirin û gelek dikan û super markêtên welatiyan şikandin û wêran kirin.
Hêjayî gotinê ye,bi helkefta 8`mîn salvegera serhildana 12`ê Adarê 2004`an li rojavayê Kurdistanê, ji Efrînê ta Kobanê û ji Hesekê, Serê Kaniyê ta Amudê, Dirbasiyê, Qamişlo, Tirbesipiyê, Dêrîka Hemko, ker weha li bajarê Helebê û Şamê û gelek deverên Kurd lê dijîn,Kurdistanî herikîn kolanan û druşmên azadiyê û ruxana Beşar Esed hildan.
Xendan
ji bo temaşekirina vidyoyê: Vir bitikîne
