• Friday, 06 February 2026
logo

Li Qamişlo bihevçûn, 17 ciwanên Kurd birîndar bûn

Gulan Media March 13, 2012 Nûçe
Li Qamişlo bihevçûn, 17 ciwanên Kurd birîndar bûn
Duh 12/3, li bajarê Qamişlo bi sedhezaran Kurdistaniyan di xwepêşandanên berferh de meşiyan lê hêzên ewlekariyê yên rejîma Esed û Şebiheyan çavê wan bar nebû û êrişî dikanên Kurdan kirin û şikandin û dest bi diziyê kirin, ciwanên Kurd êrişî wan kirin û bihevçûn qewimî di enacamê de 17 welatiyên Kurd birîndar bûn.

Li gor zanyariyên gihîştine destê Xendanê duh li bajarê Qamişloyê li taxa Qidur Beg`ê, hêzên ewlekariya Sûriyê û Şebîheyan bi guleyan êrişî xwepêşandana kirin û gelek dikan û super markêtên welatiyan şikandin û wêran kirin.

Hêjayî gotinê ye,bi helkefta 8`mîn salvegera serhildana 12`ê Adarê 2004`an li rojavayê Kurdistanê, ji Efrînê ta Kobanê û ji Hesekê, Serê Kaniyê ta Amudê, Dirbasiyê, Qamişlo, Tirbesipiyê, Dêrîka Hemko, ker weha li bajarê Helebê û Şamê û gelek deverên Kurd lê dijîn,Kurdistanî herikîn kolanan û druşmên azadiyê û ruxana Beşar Esed hildan.

Xendan

ji bo temaşekirina vidyoyê: Vir bitikîne
Top