Rijêma Esed 26 zarok kuştin û 21 jin jî tecawizkirin
Xwepêşandanên li dijî rêjîma Esed piştî 2 rojan (Roja pênceşmebê) dibe salek. Li gor ser hijmaran ji dema xwepêşandan li Sûriyê rûdayîn heta niha 8 hezar û 500 kes hatine kuştin.
Lê di nava vê demê de hêzên Esed mezintirîn hovêtî ku hemû rêpîvanên însanî, ehlaqî, wijdanî binpê dike li taxa Kerm El Zeytûn ya bajarê Himûsê pêk anîn.
Hêzên taybet (Şebîha) yên Mahir El Esed li taxa Kerm El Zeytûn êrîşî çend mala dikin û 26 zarokan ligel 21 jina dikujin. Li gor wêneyên komkujiyê hatîn belavkirin, dest pêkê hêzên Mahir El Esed îşkenceyên giran li wan dikin, destê zarokan girê didin û wan bi kêran dikujin.
Jinan tecawiz dikin, tazî tazî li kolanê digerînin û paşê zindî zindî banzînê bi ser wan de werdikin û wan dişewitînin. Gelek can zengelorkên wan hatine jêkirin, hin ji wan sitûyên wan hatine şikênandin.
Her wiha di hemen rojê de 140 kes tê kuştin. Lê rêjîma Sûriyê vê yekê înkar dike û dibêje ku "Artêşa Azad kiriye da ku navê Hikûmeta Sûrî reş bike." Artêşa Azad dibêje hêzên Mahir El Esed komkujî pêk anîne û wêneyên komkujiyê li seranser cîhanê belav dike bi rêka malperên înternetê.
Avestakurd
