• Friday, 06 February 2026
logo

Bi navê "Azadên Efrînê" grûpeke çekdar hate avakirin

Gulan Media March 13, 2012 Nûçe
Bi navê
Li rojavayê Kurdistanê bajarê Efrînê, komeke çekdar bi navê "Azadên Efrînê" hate avakirin

Grupa ku bi ala Kurdistanê û ala Sûriyê ya serxwebûnê derkete pêşberî kamerayê, berdevkê wê bi zimanê erebî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, ew piştgiriya şoreşa Sûriyê dike û li dijî kiryarên rêjîma Sûriyê derdikeve.

Berdevkê grupê di daxuyaniya xwe de dibêje ku ewê mafê Kurdan û gelên din yên Sûriyê biparêze.

Bi sloganên weke "Bijî Yekîtiya Gelê Sûriyê, Bijî Yekîtiya Gelê Kurd, Azadî... Azadî" daxuyanî bi dawî dibe.

Avestakurd

ji bo temaşekirina vîdiyoyê
Vir bitikîne
Top