Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyê Omer Dinçer: "Kurdî dikare bibe derseke bijare"
Dinçer di kanaleke televizyonê ya tirkî de li ser zimanê kurdî got ku bi "dîtina min a şexsî" kurdî dikare bibe dersek xwe şagirt bikaribe ji xwe re hilbijêre. Wî herweha got ku wek mirov li Tirkiyê çawa dikare ji xwe re zimanên ingilîzî û elmanî hilbijêre, "êdî çima em ji bo Kurdên welatiyên welatê xwe dersa kurdî nedin”.
Li Tirkiyê zimanê kurdî wek zimanê fermî û yê perwerdeyê qedexe ye. Kesên ku bixwazin fêrî kurdî bibin, dikarin di kursên taybetî de fêr bibin.
Rudaw
