• Friday, 06 February 2026
logo

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyê Omer Dinçer: "Kurdî dikare bibe derseke bijare"

Gulan Media March 13, 2012 Nûçe
Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyê Omer Dinçer:
Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyê Omer Dinçer diyar kir ku zimanê kurdî dikare bibe "derseke bijare".

Dinçer di kanaleke televizyonê ya tirkî de li ser zimanê kurdî got ku bi "dîtina min a şexsî" kurdî dikare bibe dersek xwe şagirt bikaribe ji xwe re hilbijêre. Wî herweha got ku wek mirov li Tirkiyê çawa dikare ji xwe re zimanên ingilîzî û elmanî hilbijêre, "êdî çima em ji bo Kurdên welatiyên welatê xwe dersa kurdî nedin”.

Li Tirkiyê zimanê kurdî wek zimanê fermî û yê perwerdeyê qedexe ye. Kesên ku bixwazin fêrî kurdî bibin, dikarin di kursên taybetî de fêr bibin.

Rudaw
Top