• Friday, 06 February 2026
logo

Qeredaxî: Hikûmet dê biryarên rapora lêjneya reformê cîbicî bike

Gulan Media March 13, 2012 Nûçe
Qeredaxî: Hikûmet dê biryarên rapora lêjneya reformê cîbicî bike
Sekreterê civata wezîran a hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mihemed Qeredaxî, diyar kir, hikûmet bi biryar û pêşniyarên lêjneya reformê ya serokê herêmê ve girêdayî ye û dê wan cî bi cî bike.

Lêjneya lipeyçûna reformê ya serokê Herêma Kurdistanê, encama karê xwe yê 11 mehan ji raya giştî re ragihand.

Li bara raporê, Mihemed Qeredaxî, ji AKnewsê re got, di rapora lêjneya reformê ya serokê herêmê de, hinek pêşniyar û biryarên girîng hene ku girêdayî hikûmetê ne.

Qeredaxî, diyar kir, biryarên ku girêdayî hikûmet û saziyên wê ve hene, dê bên cîbicîkirin û hikûmet neçar e vê yekê bike û wiha pêde çû,

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gelek hewl daye li nav sazî û navendên hikûmetê de kêmasî nemîne, lê li gorî rapora lêjneya serokê herêmê, hinek biryar û pêşniyar hene ku divê bên cîbicîkirin.

Cîgirê wezareta navxwe Fayiq Tofîq jî li bara vê raporê ji AKnewsê re got, di rapora lêjneyê de hinek biryar û pêşniyar hene ku yekser girêdayî wezareta navxwe ne û divê bên cîbicîkirin.

AKnews
Top