Komara Sirbistanê kunsilê xweyê fexrî jibo herêma kurdistanê dîyar dike
Di dîdarekê de hedu alî ya tekez li ser xûrt kirina peywendî ya dinavbera herêma kurdistanê û Komara Sirbistanê de kir, ji alî yê xwe ve balyozê Sirbîya li Iraqê ronî xiste ser kar û çalakî yên balyozxaneya welatê xwe bi giştî û ragihand: bo dema çend salaye Sirbistan pênç kûrsî yên xwendinê jibo xwendevanên Iraqê dabîn dike, hewl didîn ku yek yan du ji wan kûrsîya jibo xwendevanên herêma kurdistnê be.
Herweha Pîdrovîk ragihand welatê wî bi nîyaze di demeke nêz de kunsilê xwe yê Fexrî jibo herêma kurdistanê dest nîşan bike, wek gava pêşîn jiboy ku ji nêz ve haydarî rewşa herêma kurdistanê ji tev waran bibe.
Herweha got: veberhêner û bazirganên Sirbîya di xazin li kurdistanê karê veberhênanê bikn , lê pêdivî bi pêzanînên bêtir heye sebaret çewanî ya karkirinê li herêmê.
Berpirsê peywendî yên derve şabuna xwe bi wê gava komara Sirbîya dîyar kir û bi qûnaxeke giring jibo despêkirina peywendî yên dinêvbera herêma kurdistanê û Komara Sirbîya de dazanîn û got: ev gave cî behadayîna me ye çûnke hikumeta herêma kurdistanê dixaze peywendî yên xwe digel civaka nêvdewletî xûrt bike li ser şengistê dostatî û berjewendîya hevpişk.
Herwha got: hikumeta herêma kurdistanê veberhêner û bazirganên bîyanî han dide jiboy ku beşdaryê di pirosêsa avedankirina herêma kurdistanê û Iraqê de bikin û di heman demê de jî amadeya fermangeha peywendî yên derve dîyar kir jibo pêş kêş kirina hemu alîkarî û hêsankarî ya bi merema serxistina kar û peywendî yên herdu alî ya.
