Li Hewlêrê Raperîna Qamîşloyê Hate Bîr Anîn
Di vê xwepîşandana han de hevdem ligel rêz girtin ji Şehîdên raperîna Qamîşloyê re Xwepîşander piştgîriya xwe bo daxwazên Kurdên Rojawayê Kurdistanê diyar kirin û daxwaz ji raya giştî ya civaka navnetewî kirin daku, zextan li Rejîma Esed bikin û pişiya koştina welatiyên medenî li Sûriyeyê bigirin.
Tê zanîn di roja 12ê Adara sala 2004an de hêzên Şoven yên Besî li Bajarê Qamîşloyê êrîş birine ser welatiyên Kurd û hijmareke zêde welatiyên Kurd Şehîd ketin lewre Şîniyên vê Bajarê jî dest bi raperîneke şikûmend kirin.
