• Friday, 06 February 2026
logo

Li Hewlêrê Raperîna Qamîşloyê Hate Bîr Anîn

Gulan Media March 12, 2012 Nûçe
Li Hewlêrê Raperîna Qamîşloyê Hate Bîr Anîn
Îro hijmareke zêde ji Kurdên Rojawayê Kurdistanê, Şîniyên Hewlêrê û herwiha hijmareke zêde saziyên medenî û welatiyên Kurd bi minasebeta bîranîna raperîna xelkê Qamîşloyê li dijî hêzên şoven yên Rejîma Sûriyeyê li Taxê Enkaweyê xwepîşandaneke girseyî saz kirin.

Di vê xwepîşandana han de hevdem ligel rêz girtin ji Şehîdên raperîna Qamîşloyê re Xwepîşander piştgîriya xwe bo daxwazên Kurdên Rojawayê Kurdistanê diyar kirin û daxwaz ji raya giştî ya civaka navnetewî kirin daku, zextan li Rejîma Esed bikin û pişiya koştina welatiyên medenî li Sûriyeyê bigirin.

Tê zanîn di roja 12ê Adara sala 2004an de hêzên Şoven yên Besî li Bajarê Qamîşloyê êrîş birine ser welatiyên Kurd û hijmareke zêde welatiyên Kurd Şehîd ketin lewre Şîniyên vê Bajarê jî dest bi raperîneke şikûmend kirin.
Top