Komîteya Çaksazî Ya Serokatiya Kurdistanê Reportek Berfire Belav Kir
Di vê raporta han de encamên lêkolîna 11 Mehan di derbarê çendîn diyarde weke gendeliya îdarî, mosatehe, projeyên curbicur yên hêlbirînê û meseleya pasewanên kesên taybet de hatine eşkerekiri.
Di beşeke din ya vê raporta han de ev proje û ev dosyeyên ku, li ser wan şik û goman hebûne hatine eşkere kirin û bo destnîşan kirina çawetiya nizîkatî kirin li hember wan proje û xadanên wan, ev dosyeyên han pêşkêşî dadgehê hatinekirin.
Di berdewamiya vê rapora han de fermanên Serokê Kurdistanê yên di derbarê meseleyên curbicur de jî hatine ravekirin û tekez li ser bi îsrar bûna Serokê Kurdistanê li ser domandina meseleya çaksazî û reforman hatiye kirin.
Di dawiya vê rapora han de ev yek jî hatiye gotin ku, vê di Newroza îsalê de steratejiya reform û çaksaziya han were eşkerekirin û ev prosesa han bi her awaî heta nehêştina her cure gendeliyekî dom bike.
