Serok Barzanî Bi Berpirs, Mamosteyên Olî Û Şîniyên Devera Balakatê Re Civiya
Di destpêka vê civîna han de Serokê Yekîtiya psporên ola îslamê yên Kurd Mamoste Mele Ebdula Mele Seîd li ser navê Şîniyên Deverê çend peyv pêşkêş kir û daxwazên Şîniyên Deverê rave kir.
Nav hatî diyar kir ku, Şîniyên Deverê di warê xizmetgozarî, geştûgozar, fon ji bo awa kirina xaniyan, tendirostî, xwendin û baştir kirina rêyên hatûçû û çandinê de daxwaza hevkariyê dikin û dixwazin ku, li Deverê Kolêjekî çandinê were damezrandin û erdên Deverê ji mayînan werin paqêjkirin û hevkariya wan welatiyan were kirin ku, dahata wan kême daku, bikaribin bo xwe xaniyan awa dikin û jiyana xwe baştir bikin.
Çavkanî ev yek jî diyar kir ku, kombûna welatiyên Deverê li Bajarokê Çomanê de bo vê yekê bû daku, kesên Tawanbar werin cezakirin.
Di berdewamiya civîna han de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û ragihand ku, Devera Balakatê û Şîniyên vê di nava Şoreş û têkoşîna Gelê Kurd de roleke gelek girîng lîstine û çendîn zarokên xwenî qehreman di vê warê de feda kiriye.
Serok Barzanî diyar kir ku, Devera nav hatî yek ji wan Deveran bû ku, bi şev û roj hertim ji aliyê Rejîma Besê ve dihat topbaran û bordimankirin û Şîniyên vê Deverê jî di bina nava Kurd û Kurdistanê de bi zererên gelek mezin re rûbirû bûne lewre pêwîste îro weke wefadariyek bo vê Deverê dibe di her warî de jê re xizmet werekirin.
Serok Barzanî anî ziman ku, xizmet kirina Şîniyên Deverê erkeke min ya girînge jiber ku, Gund û keseke Deverê nemaye ku, emê bi vî re nanek nexwaribe.
Di derbarê bûyerê vê dawî yên li Deverê de jî Serok Barzanî hevdem ligel diyar kirina hevxemiya xwe bo malbeta qorbaniyan diyar kir ku, pêwîste li Kurdistanê de qanûn serwer be û ti kes anjî ti aliyek li serveya qanûnê de nebe.
Di dawiya civîna han de Şîniyên Deverê kêfxweşiya xwe bi vê hevdîtina han diyar kirin û spasiyên xwe jî pêşkêşî Serok Barzanî kirin.
