Dr.Aştî Hewramî :48 kompanî yên taybet bikarê petrolê ji 18 welata li Herêmê kar dikin
Di konferansê de ku hejmakek mezin ji nunerên welat û kompanî yên deranîna neftê û Dr.Aştî Hewramî û Qûbad Talebanî nunerê Hikumeta Herêmê li Emrîka beşdarbun. Dr.Aştî Hewramî peyvek pêş kêş kir û têde ronî xiste ser rewşa berhem anîna Neft û Gazê li herêmê û sîyseta hilimeta herêmê jî divî warî de bi serketî dazanîn û ragihand niha 48 kompanî yên taybet bi derxistina neft û Gazê ji 18 welatên cuda li herêmê kar dikin û 70% jî di karên xwede serketî bune.
Dr.Aştî Hewramî herweha xûyakir li sîbera wê sîyaseta serketî ya hikumeta herêmê navçeyê ji hîç ve dest pêkir û niha dikare 175000 bermîlên nefta xav di rojekê de berhem bîne, û got : eger em bivî awayî weha berdewam bîn di îsal de di rojekê de 400000 bermîlên neftê dikarîn derbînîn û pilan hey eta sala 2014 asta deranîna neftê li herêma kurdistanê bi gehînîn 1 yek Milyon bermîla di rojekê de û jibo sala 2019 jî bi gehînîn 2 du Milyon bermîla di rojekê de.
Di warê Gazê de jî xûyakir amaje bi zengînîya herêma kurdistanê bi Gaza sirûştî kir û ragihand rêjeya 100 ta 200 Tirilyon Pêyên çargoşe heye û nih beşek hatî ye berhem anîn jibo Wêtisgehên Elîktirîkê li herêmê û pêwîstî yên hundir û beşeke din jî jibo pirojektên kargûzarî.
Konfiransa CEAR yek ji wan konferasa ye ku her sal li Emrîka dê ldar xistin û hejmareke mezin ji nunerên welatên cîhanê û pispor û şehreza yên ware Têhnê û kompanî yên taybet bi derxistina nefê beşdaryê têde dikin jibuna gotûbêj kirina rewşa berhem anîna Têhnê li ser asta Cîhanê.
