• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Kongreya Niştimaniya Iraqê kir

Gulan Media March 12, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Kongreya Niştimaniya Iraqê kir
Duh yekşem 11/03/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Dr. Ehmed Çelebî Serokê Kongreya Niştimaniya Iraqê kir.

Di hevdîtinê de berî pêşhat û guhertinên siyasiyên welat û ew tengasiyên dûçarî pêvajoya siyasî bûye hate nirxandin.

Li vî derbarî de her du alî li ser girîngiya yekxistina hewla hemû hêz û aliyê siyasiyên Iraqê hevkok bûn û dîtina çareseriyeke guncaw ji bo wê tengasiya li rêya wê kongreya niştimaniya ku biryare ji bo wan hemû hêz û aliyan bête bestin.
Top