• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê CHP`ê:Ger ev kêşeya Kurd çareser bike, amademe siyasetê berdim

Gulan Media March 11, 2012 Nûçe
Serokê CHP`ê:Ger ev kêşeya Kurd çareser bike, amademe siyasetê berdim
Serokê Partiya Komarî ya Gel CHP`e Kemal Qilîçdar Oglu, ku li Tirkiyê mezintirîn û kevintirîn partiya opozisyonê ye ragehand ku ew amadeye dev ji posta xwe berde eger ew alîkar be ji bo çareserkirina kêşeya Kurd li Tirkiyê.

Li gor nûçeyeke malpera Hurriyetê Qilîçdar Qglu di nava bernameyeke rasterast de digel kanala Sky Turk 360 de gotiye: "Eger berjewendiya vî welatî bixwaze ez destê xwe ji siyasetê bikêşim, eve ez amademe karê xwe yê siyasî bikime qurbanê bo vî welatî. Ez her serkêşiyekê dikim ji bo xizmeta berjewendiya û parastina yekîtiya û yekparçeyiya vî welatî."

Serokê CHP`ê ev jî got: "Pêştir min du pêşniyar kiribûn ji wane, bi dawî anîna kêşeya Kurd bû, lê hikûmeta Tirkiyê ev red kiriye."

Qilîçdar Oglu ev jî aşkira kir ku wî pêşniyar kiriye ku komosyonekî aştiyê li perlemanê û yek jî li derveyî perlemanê ji akademisyenan û kesayetiyên giştî bêne dirust kirin.

Her weha Kemal Qilîçdar Oglu tekez kiriye ku hebûna hevrikiyên çekdarî li Tirkiyê sûda xwe nîne li vî welatî di serdema sedsala 21`an de. amaje kiriye ku pêwîste serkirde û siyasetmedarên Tirkiyê amade bin ji bo çareserkirina vê kêşeyê di sedsala 21`an de.
Top