• Friday, 06 February 2026
logo

Leşkerê DYA’yê gule li sivîlên Efxanî reşand: 10 mirî

Gulan Media March 11, 2012 Nûçe
Leşkerê DYA’yê gule li sivîlên Efxanî reşand: 10 mirî
Li Efxanîstanê leşkerek yê DYA’yê ket mala sivîlên Efxan û di encama gule reşandinê de 10 sivîl kuştin, 5 jî birîndar kirin.

Li gorî agahiyên rayedarên herêmî, bûyer li herêma Panjwaî ya eyaleta Qandahar rû da. Li vir leşkerekî DYA’yê ji baregeha leşkerî ya NATO’yê derket û 3 malên sivîlan yên nêzî baregehê da ber guleyan. Hat ragihandin ku, di bûyerê de di nav de zarok û jin jî heyî 10 sivîl hatin kuştin, 5 kes jî birîndar bûn.

Leşkerê ku krîza sinir derbaz kirî jî hate binçavkirin.

Daxuyaniya ku ji aliyê Hêza Piştgiriya Ewlekariya Navnetewî (ÎSAF) ya di bin serokatiya NATO’yê de hat ragihandin ku, “Ew pir xemgîne bûne” her wiha derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpê kirin.

Di vê navberê de bi hezaran Efxanî hatin li ber baregeha leşkerî ya NATO’yê kombûn û bûyer protesto kirin.

Li Efxanîstanê piştî bûyera şewitandina Quran û pirtûkên din yên olî qewimîna vê bûyerê wê bibe sedemê bertekên mezin. Piştî bûyera şewitandina Quranê li welat ji 30 kesan zêdetir Efxanî hatibûn kuştin û her wiha 5 leşkerên DYA’yê jî hatibûn kuştin.

ANF
Top