Demîrtaş Serokwezîrê Tirkî bi fermandayîna bombebaranê tawanbar kir
Demîrtaş tevlî Kongreya BDP'ê ya navçeya Mîdyada bajarê Mêrdînê bû. Demîrtaş di axivitina xwe de bal kişand ser bûyera komkujiya gundê Roboskiyê ku di encama bombebarana balefirên şer ên Tirkî de 34 Kurd (Piraniya xwe zarok bûn) hatibûn kuştin û da diyarkirin ku Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan fermana vê komkujiyê daye.
Demîrtaş got "Serokwezîr Erdogan 2 meh û nîv li ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn, lê hêj we bûyer ronî nekiriye, hêj hûn lêkolîn dikin. Hûn çi lêkolîn dikin? Hûn rabûna balefirên şer lêkolîn dikin? We ferman da? We dizanî bû ku sivîlin."
Demîrtaş her wiha di berdewamiya axivitina xwe ya ji bo Erdogan de got "We fermana rabûna balefirana û bombebaranê da. We ferman da Serokwezîr. Ligel ew çend ronî ye hûn lêkolînê dikin." Demîrtaş bi şêwazek yekser û vekirî Serokwezîrê Tirkî tawanbar kir ku fermana komkujiyê wî daye.
Avestakurd
