• Saturday, 07 February 2026
logo

Festîvala Hewlêrê îro dest pê dike

Gulan Media March 11, 2012 Nûçe
Festîvala Hewlêrê îro dest pê dike
Biryar e, îro, bi beşdariya 25 şandên hunerî, kultûrî û werzişî ku ji çend welatên dinyayê hatine, 6emîn Festîvala Hewlêrê di bin navê “Azadî û Newroz” de dest pê bike.

Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Tahir Ebdila ji AKnewsê re ragihand ku amadekariyên destpêkirina festîvalê berdewam in û heta niha gelek kom û şandên welatan gihiştine Herêma Kurdistanê.

Ebdila bal kişand ku heta niha şandên Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê gihiştine, jibilî wan jî, roja înê şanda kurdên Kazaxistanê û şandeke Tehranê gihiştine Hewlêrê, şandên Libnanê jî dê çend rojên din bigihin, ji ber çalakiyên wan 17 û 18ê mehê ne.

Tahir aşkere kir ku festîval îro saat 10:00 dê dest pê bike û biryar e 10 rojan bidome, ji 11ê mehê heta 20ê adarê didome.

Tahir ronî kir ku budceya festîvalê, beşek ji hêla Birêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Lawan a Hewlêrê û beşê din jî bi rêya çend kompaniyan re hatiye peydakirin.

AKnews
Top