• Friday, 06 February 2026
logo

Geştûgozara H. Kurdistanê Cara Yekeme ji Aliyê Geştûgozara Cîhanî ve Tê Bangewazîkirin

Gulan Media March 11, 2012 Nûçe
Geştûgozara H. Kurdistanê Cara Yekeme ji Aliyê Geştûgozara Cîhanî ve Tê Bangewazîkirin
Rêxistina geştûgozara cîhanî WTO ya girêdayî NY bi şêweyekî fermî bangewaziya desteya giştiya Geştûgozara Herêma Kurdistanê kir.

Bêjedarê rêvebirya ragihandina desteya geştûgozara Herêma Kurdistanê, Nadir Rostî, got kû: Di encamên wan çalakî û hewildanên desteya giştiya geştûgozara Herêma Kurdistanê bo pêşxistina geştûgozar û nasandina Kurdistanê kû dayîn, rêxistina Geştûgozara Cîhanî WTO girêdayî Netewên Yekbûy bi fermî bangî desteya gitştiya geştûgozara Herêma Kurdistanê kir kû baregeha wê li Medrîd paytexta Îspaniyaye.

Li gorî wê dawetnameyê kongire dê li 11 / 4 / 2012 were sazdan. Piştî zanîna huratiyên beşdarîbûnê, desteya Giştiya Geştûgozarê li demeke nêzîk de bi fermî bersiva dawetnameyê dide.

Rostî weha jî got kû, eve cara yekemîne rêxistineke cîhanî girêdayî NY geştûgozara Herêma Kuridstanê dinase û bangewaziya wê dike.

Bêjedar weha jî dibêje kû, desteya rêvebirya geştûgozara Herêma Kurdistanê kar dike da kû wê bike endamê rêxistina Geştûgozara Cîhanê.

Rêxistina Geştûgozara Cîhanê bihtirî 155 Dewlet, 350 kompaniya û rêxistinên kerta taybet û heft herêm têde endamin, her salekî bo bîranîna geştûgozara Cîhanê di 27/9/ hemû salê di bin dirûşmeyeke taybet de tê hilbijartin.
Top