• Friday, 06 February 2026
logo

Esed ji Enan re Got: Heta Girûpên Teroristî Hebin Gotûbêjên Siyasî Sernakevin

Gulan Media March 11, 2012 Nûçe
Esed ji Enan re Got: Heta Girûpên Teroristî Hebin Gotûbêjên Siyasî Sernakevin
Serokê Sûriye ragihand kû hukûmeta wî amadeye, bo her hewldaneke dirûst bo çareserkirina aloziya Sûriye, ji aliyekî din ve wezîrên derve yên welatên Erebî û Rûsiya bo bi dawî anîna tundûtîjiyê rêkeftin.



Telfizyona fermiya Sûriye ragihand kû, serokê Sûriya Beşar Esed di hevdîtina hevberê xwe Kofî Anan de, gotiye kû, bi hebûna komên terorîstî di Sûriye de çareserî pêknayê.

Her heman jêderê weha diyar dike kû encamên kombûnê ji herdû aliyan ve erênî bûn.

Her îro ji aliyekî din ve, li Qahîra wezîrên derve yên welatên Erebî, bi amadebûna wezîrê karê derve yê Rûsiya Sêrcî Lavarov kombûneke derbarê rewşa Sûriye de hate encamdan.

Wezîrên welatên Erebî daxwaz ji wezîrê Rûsiya kirin kû, bo çareseriya qeyrana Sûriye welatê wî alîkariyan welatên wan bike.

Serok Wezîr û wezîrê karê derve yê Qeterê Hemed Bin Casim di kombûnê de ragihand kû, dem hatiye kû hêzên Erebî û Navnetewî were rêkirina Sûriye.

Agirbest
Biryare kû, Enan Şemiyê şandekî ji Kordînasûyan Hemanhengiya Niştîmanî bi serokayetiya Hesen Ebdûl Ezîm û Şepêla Avakirina Dewletê ya opozisoynê bi serokayetiya Lû`ey Hisên bibîne, wekî din dê muftiyê komarê Şêx Ehmed Bedredîn Hesûn jî bibîne.

Armanca serdana Kofî Enan bo Şamê bi mebesta gihiştina agirbestê li Sûriye.

Enan berî kû ji Qahîre bi rê bikeve gotibû kû ew dê daxwaz bike yekser agirbestek ji hêzên Hukûemt û ji Opozisyonê were dayîn.

Herweha hîvî jî xwest kû bi amadebûna Lavrov bighine çareseriyekî.

Ji aliyê xwe ve, Lavrov bo wezîrên Erebî got kû, welatê wî amadeya li gel her aliyekî kar bike kû, kar bo çaksaziyan li Sûriye bike di heman demê de, ev ne ewe kû destwerdanê di karê navxweyiya welatkî de bê kirin.

Lavrov weha jî got kû, aloziyên Sûriye mirov nikare gileh ji yek aliyê bike, Rûsiya parastina ti sîstemekî deshilat nake, erkê Rûsiya ya rasteqînî ewe kû tundûtîjiyan bi dawî bîne.
Top