Li Helebê ‘şebîhe’ alîgirekî PYD kuşt
Li gorî agahiyan, di 10’ê adarê de, demjimê derdora 17.00, , li Taxa Şêx Meqsûd a Hebelê, hêzên Şebîheyan ên rejîma Esad ên ji eşîreta Begara ya Ereban pêk tê, xwestin nûçegihana Ronahî TV birevînin. Gelê taxa Şêx Meqsûd ku piranî Kurd in mudaxeleyê bûyerê kirin û di encamê de pevçûn qewimî. Li gorî agahiyan dayîka 45 salî ya bi navê Gulê Selmo jiyana xwe ji dest da û keçek Kurd jî hate revandin.
Hate ragihandin ku şevê din ciwanên Kurd li taxa Şêx Mesqûd heta serê sibê nobet girtine. Eşîreta Begara nêzîkê rejîma Beas e û bi neyariya xwe ya li hemberî Kurdan tê naskirin.
Hate diyarkirin ku Gulê Selm (45) ji gundê Qitmê yê Efrînê ye û li Helebê dijî û di heman demê de endama rêxistina jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê Yekitiya Starê ye jî.
ANF
