Tirkiyê 2 milyon dolarê Amerîkî dike xelata girtina Qereyilan
Duh malpera Hurriyetê belavkiribû ku, wezareta navxwe ya Tirkiyê xelatê didê ew kesanê ku alîkariya wan bikin ji bo girtina serkirdeyên bilind yê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê.
Li gor nûçeyê, wê zêdetirî 2 milyon û 222 hezar dolarê Amerîkî xelatî ew kesê ku zanyariyên ji bo girtina serokê civata birêveberiya KCK`ê Murad Qereyilan bidin.
Wezareta navxwe ya Tirkiyê ji bilî Qereyîlan navê 49 serkirdeyên din yên PKK`ê xistiye lîsta yekem ku tên xwestin ji wan (Cemîl Bayîq, Duran Kalkan, Riza Altun, Mistefa Qeresu, Nîzamedîn Taş, Elî Heyder Qeytan, Numan Uçar, Fehman Husên û Zubeyir Aydar) di navda ne.
Ji aliyekî din ve berdevkê Koma Civaka Kurdistanê KCK`ê Karwan Azadî ji Xendanê re got: “Ew nikarin weha berpisên Pkk`ê bi hêsanî bigrin. Gel piştevaniya PKK`ê dike ji ber vê yekê jî ev biryare xeyale û qet naçê serî.”
Kerwan Azadî ev jî got: “Gelek dazgehên îstixbaratên cîhanî alîkariya Tirkiyê dikin, lê belê derbarê PKK`ê de tiştekî bi dest naxê.”
Li gor berdevkê Koma Civaka Kurdistanê ev biryara wezareta navxwe ya Tirkiyê nîşan dide ku hîç tiştek ji bo çareseriya kêşeya Kurd di xurcikê wê de nîne, ji ber vê van biryarina dide.
Kerwan Azad berdewam kir ku: "PKK`e bi destgîrkirina berpirsên xwe bi dawî nabê, ji ber ku gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê dibêjin, (PKK`e Gele û Gel jî li Vire)."
Di beyanemeya wezareta navxwe de navê birayê Serokê PKK`ê Ebdula Ocelan Osman Ocelan jî hatiye ku di sala 2003`an de ji ber nakokî digel serkirdeyên din yên PKK`ê ji PKK`ê veqetiyaye.
Her di daxuyaniya wexareta navxwe ya Tirkiyê de hatiye ku zêdetirî 1 milyom û 110 hezar dolar ji bo serkirdeyên di asta duyem de li nav PKK`ê cî digirn terxan kiriye.
