Bulent Arinç: Şivan Perwer jî nirxê me ye
Alîkarê Serokwezîrê Tirkî Bulent Arinç piştî daxuyaniyên der barê zimanê Kurdî de, vê carê behsa hunermendê Kurd Şivan Perwer jî kir.
Arinç li Enqereyê di civîna ji bo roja 8'ê Adarê ya cejna jinê de axivî. Arinç got "Mihemet Akif jî nirxê me ye, dilê wî li welatê wî ma. Cihê Nazim Hikmet jî di dilê me de heye. Şivan Perwer jî nirxê me ye."
Berî niha Arinç der barê zimanê Kurdî û gelê Kurd de jî axivî bû û gotibû ku, zimanê Kurd, dîroka Kurd, çanda Kurd rastiyeke, lê Arinç ev rastî tenê di ziman de qebûl kiribû û gotibû ku divê tenê zimanek giştî yê perwerdê hebe ew jî zimanê Tirkî ye.
Avestakurd
