• Friday, 06 February 2026
logo

Kurdên Rojawayê Raperîna Qamîşlo Bi Bîr Anîn

Kurdên Rojawayê Raperîna Qamîşlo Bi Bîr Anîn
Duh Kurdên Rojawayê Kurdistanê bi minasebeta 8 saliya raperîna Kurd li Bajarê Qamîşloyê dest bi xwepîşandanên girseyî kirin.

Di xwepîşandanên îro de ku, di bin navê wefadarî bo raperîna Qamîşloyê de dest pê kiriye, Xwepîşander jibilî birbîranîna raperîna sala 2004an ya Qamîşloyê hevdem piştgîriya xwe ji bo raperîna Gelên Sûriyeyê yên li dijî Rejîma Esed diyar kirin.

Tê zanîn ku, di Adara sala 2004an de di ecama misabeqeyeke fotbulê de aliyên şoven yên Ereb êrîşî Kurdan kirin û hijmareke zêde welatiyên Kurd canê xwe ji dest dan û pişt re jî dema ku, Kurd xwestin welatiyên can jidestdayî veşêre hêzên ewlekarî êrîş kirine ser Kurdan û dûbare hijmareke welatiyn din jî hatin koştin.
Top