Kurdên Rojawayê Raperîna Qamîşlo Bi Bîr Anîn
Di xwepîşandanên îro de ku, di bin navê wefadarî bo raperîna Qamîşloyê de dest pê kiriye, Xwepîşander jibilî birbîranîna raperîna sala 2004an ya Qamîşloyê hevdem piştgîriya xwe ji bo raperîna Gelên Sûriyeyê yên li dijî Rejîma Esed diyar kirin.
Tê zanîn ku, di Adara sala 2004an de di ecama misabeqeyeke fotbulê de aliyên şoven yên Ereb êrîşî Kurdan kirin û hijmareke zêde welatiyên Kurd canê xwe ji dest dan û pişt re jî dema ku, Kurd xwestin welatiyên can jidestdayî veşêre hêzên ewlekarî êrîş kirine ser Kurdan û dûbare hijmareke welatiyn din jî hatin koştin.
