• Friday, 06 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî Pêşwaziya Heyetek Xwendekarên 13 Zanîngehên Almanî Kir

Mesrûr Barzanî Pêşwaziya Heyetek Xwendekarên 13 Zanîngehên Almanî Kir
birêz Mesrûr Barzanî li Selahedînê pêşwaziya heyetek Xwendekarên beşên Hiqûq, Ragihandin û Zanistên siyasî yên 13 Zanîngehên curbicur yên Almaniyayê kir.

Ev heyet han ku, di bin navê zivrîn li Rojhilata Navîn de serdana Kurdistanê kiriye armanca xwe ji vê serdana han hayedar bûn ji rewşa Kurdistan û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê ye.

Di hevdîtineke de ku, Berpirsê mekteb navendiya rêxistiyên civakî û Sekreter û hijmarek ji endamên yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê jî tê de amade bûn, ji bilî bixêr hatin kirina heyeta mêwan birêz Mesrûr Barzanî di çarçoweya semînarekî vekirî de bo Xwendekarên mêwan balkêşande ser çend babetên girîng yên peyvendîdar bi rewşa Kurdistan, Îraq û Deverê ve.

Di vê derbarê de birêz Mesrûr Barzanî behsa çawetiya pêşkeftina desthilat û hikumdariyê li Kurdistanê kir ku, piştî raperîna Gelê Kurd bingeh û esasên vê li gorî rêgez û pîwerên demokrasî hatine danîn û her çend kêşe û astengiyên gelek zêde jî hebûne lê ezmûna Kurdistanê kariye ku, xwe weke modelek baş bo Deverê bi pêş bixe.

Di derbarê rewşa Îraqê bi taybetî Îraqa piştî hilweşnadina Rejîma Basê jî birêz Mesrûr Barzanî diyar kir ku, Gelê Kurd di awedan kirina Îraqa nû de rolek gelek girîng lîstiye û destûra bingehîn ya Îraqê jî yek ji berhemên girîng yên vê rola hane û diyar kir ku, destûra han niha jî esaseke serekeye ji bo domandina bihevre jiyanê li Îraqê de.

Birêz Mesrûr Barzanî di dirêjahiya axaftina xwe de ev yek jî anî ziman ku, girêdayî bûn bi destûra bingehîn ya Îraqê merca sereke ya baş bûna rewşa Îraqê û çareser kirina kêşeyên heyî bi rêya diyalog û rêbazên demokratîke.

Di derbarê guhertinên heyî yên li Deverê jî ku, zêdetir ji saleke destpê kirine birêz Mesrûr Barzanî diyar kir ku, Kurd piştgîriya daxwazên reva yên Gelan dike û em di vê baweriyê dene ku, pêşkeftina demokrasî li Deverê de xizmeta doza reva ya Gelê Kurd dike.

Di dirêjahiya vê hevdîtina han de Xwendekarên mêwan di derbarê rewşa Kurdistan, Îraq û guhertinên heyî li Deverê de çendîn pirs pêşkêşî birêz Mesrûr Barzanî kirin û pişt re jî birêz Mesrûr Barzanî bi awayekî berfire bersifa wan pirsan de.

Di dawiya vê hevdîtina han de heyeta mêwan kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de diyar kir û hêviya pêşde çûnên baştir bo doza Gelê Kurd xwest û daxwaza saz kirina peyvendiyên bihêz di navbera Xwendekarên Almanî û navendên zanistî yên Kurdistanê kir.

Heyeta mêwan ji ber saz kirina vê semînara han jî spasiyên xwe pêşkêşî birêz mesrûr Barzanî kir û semînara han jî bi semînareke sûdmend û girîng bilêv kir.
Top