• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê peyamekî serxweşiyê pêşkêşî malbata rêzdara xwedê jêrazî Zahîr Roj Beyanî kir

Serokê Herêma Kurdistanê peyamekî serxweşiyê pêşkêşî malbata rêzdara xwedê jêrazî Zahîr Roj Beyanî kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata birêzê xwedê jêrazî Zahîr Roj Beyanî

Silavên xwedê li we bin

Gelek bi mixabinî nûçeya koça dawiya nivîskar û rojnamevan xwedê jêrazî Zahîr Roj Beyanî gihîşt min.

Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî we dikim û ji kurahiya dil ve jî hevxemiya xwe bi we û hemû nivîskar û edîban û rojnamevanên gelê me radigihînim.

Bêguman koça dawiya xwedê jêrazî xesaretekî mezine ji bo gelê me, ji ber ku Kak Zahîr xwedî pênûs û xameyekî diyar û çendîn berhemên bi hêze. Li warên nivîsîn û lêkolînê ve û rojnamevanî û wergêriyê de senbolekî diyar bû.

Rehmet li giyanê pakê Kak Zahîr û ji xwedayê mezin hêvîdarim ku xwedê jêrazî bi bihûşta xwe şad bike û dilnewayî û sebirê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
07/03/2012
Top