Di 11 Adarê De Festîvala Hewlêrê Dest Pê Dike
Çavkanî eşkere kir ku, di her warê de amadekariyên hevce hatine kirin û di roja 11ê Adarê de festîvala Hewlêrê destpê dike û 10 rojan dom dike û di vê festîvala han de çendîn tîmên curbicur yên hunerî yên parçeyên din yên Kurdistanê û biyanî jî beşdar dibin.
Di beşeke din ya presskonferansa han de hate eşkere kirin ku, mesrefên vê festîvala han ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Kurdistanê ve tên dabînkirin û nêzî 228 miliyon dinar pere ji vê festîvala han re tê mesrefkirin.
