Serokê Herêma Kurdistanê 8 ê Adarê li Jinên Kurdistanê pîroz kir
Xuşk û keçên minên delal
Ji bo roja cîhanî ya jinan ji kurahiya dilê xwe ve pîrozbahiyekî germ pêşkêşî we dikim û hêviya jiyanekî pir li aramî û asûdehiyê ji bo we dixwazim.
Li vê salvegerê da dûpat dikim ku li mafên we de dakokîkarekî bi hêz dibîn û kar jî ji bo wê yekê dikîn cîh û pêgehê hêjaya we li civakê de hebê û bi hemû şiyanek ve rûbirûyê diyardeyên tundutîjiyê bibîn û bingehekî baş jî li ber we birexsênîn bo ku bi awayekî karîger beşdarî li pêvajoya siyasî û hukimranî û pêşxistina civakê de bikin.
Li sercem şoreşên gelê Kurdistanê da jin herdem palpiştekî xûrt bûye ji bo Pêşmerge û li hinek rewşan de çekê bergiriyê xistiye serşana xwe û bergiriyê li gelê xwe kiriye. Ji bo wê yekê ezmûna îro berhema xebat û têkoşîn û xwîna şehîdên jin û zilamên ku Şehîd Xuşka Leyla Qasim yek ji wane kesane ku qehremanane giyana xwe bi navê serfiraziya gelê xwe de bext kir.
Dûbare pîroze û çepke gul jî bo we yên ezîz.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
07/03/2012
